Balafirê Îranê Koyê û yê Tirkiyê jî Bradost bombardiman dike lê PKK tê sucdar kirin
Haberler / 13 Eylül 2018 Perşembe Saat 14:29
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
HERÊMA KURDİSTANÊ - Berdevkê Hukumeta Herêma Kurdistana Federal Sefîn Dizayî, di daxuyanîyekî rojnamevanî de, li şuna bêje mafê İran û Tirkiyê nine sinorên me derbaz bikin berpirsyartîya êrîşa li Koyê û bombebarana navçeyên sinorên herêma Kurdistanê xist situyê PKK’ê û partîyên Rojhilatê Kurdistanê de. Duh nivê şevê herêma Bradost disan hat bombebaran kirin û xelkê herêmê neçar bun ku ji malên xwe derkevin.

Berdevkê Hukumeta Herêma Kurdistana Federal Sefîn Dizayî, di daxuyanîyekî rojnamevanî de, li şuna bêje mafê İran û Tirkiyê nine sinorên me derbaz bikin berpirsyartîya êrîşa li Koyê û bombebarana navçeyên sinorên herêma Kurdistanê xist situyê PKK’ê û partîyên Rojhilatê Kurdistanê de. Duh nivê şevê herêma Bradost disan hat bombebaran kirin û xelkê herêmê neçar bun ku ji malên xwe derkevin.

Berdevkê Hukumeta Herêma Kurdistana Federal Sefîn Dizayî, berpirsyartîya êrîşa li Koyê û bombebarana navçeyên sinorên herêma Kurdistanê xist situyê PKK’ê û partîyên Rojhilatê Kurdistanê û got; ‘’Ji ber hebuna PKK’ê û partîyên Rojhilatê Kurdistanê, ev herêm dibin armanca êrişên bombebarana İran û Tirkîyê. Rewşekî wisan derketîye ku navçeyên li ser sînoran bibine cihê şer û tesfîyekirina hesabên van hêzan’’.

Ev daxuanîya Sefîn Dizayî di demekî de tê ku dewleta dagirker ya Tirkîyê bê navber sinorên Herêma Kurdistanê topbaran dike û bi dehan km xaka Kurdistanê dagir kirîye, di hemen demê de êrîşa Rejima Îranê ya li ser baregeha PDK-İ li Koyê hatî li darxistine. 

Sefîn Dizayî ku di heman demê de Endamê Rêveberîya Giştî ya PDK’ê ye, tu caran li hember hêzên ku êriş dikin ser xaka herêma Kurdistanê bertek nişan nedaye dibêje, ‘’Me gelek caran ji van hêzan xwest ku rewşa Kurdistanê li ber çav bigirin û bi taybet xelkê sivîl nebe armanc’’.

‘Berpirsên Hukumetê Di Xewa Şirîn Dene’

Duh di seetên derengî şevê de, balafirên şer yên dewleta Tirk ya dagirker sînorên başurê Kurdistanê navçeyên girêdayî herêma Bradost topbaran kirin. Gelê herêmê neçar man derengîya şevê ji malên xwe derkevin û bi kevin ser rêyan. Hemwelatîyê bi navê W.E.B li hember êrişê ne razîbuna xwe anî ziman û diyar kir: ‘’berpirsên Hukumetê di xewa xwe ya şirîn dene xelkê feqir û hejar jî koçberên ser rêyane. Em perîşan bune ma vê saeta şevê em bi kuve herin’’.

Piştî civîna İran, Tirkiye û Rusya li Tehran’ê, rejima İranê di 8’ê İlûnê de bi fuzeyan êriş kiribû ser baregeha PDK-İ û PAK’ê, di encam de 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): PKK  iran  Tirkiye  bombebaran  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.