Çete Derketina Malbatên Xutayî Ya Ji Efrînê Asteng Dikin
Haberler / 19 Ağustos 2018 Pazar Saat 08:27
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
EFRÎN – Hate ragihandin ku hin malbatên ji Xuta yên ku di Efrînê de hatibûn bi cihkirin, xwestin ji Efrînê derkevin, rastî êrîşa çeteyên koma Firqet El-Hemzet hatin. Di êrîşê de kuştî û birîndar hene.

Hate ragihandin ku hin malbatên ji Xuta yên ku di Efrînê de hatibûn bi cihkirin, xwestin ji Efrînê derkevin, rastî êrîşa çeteyên koma Firqet El-Hemzet hatin. Di êrîşê de kuştî û birîndar hene. 

Piştî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û komên çete yên girêdayên wê ve, di encama lihevkirina Tirkiye û Rûsya de bi hezaran malbatên endamên çeteyan û welatiyên Xûtayê li gund, navçe û bajarê Efrînê hatibûn bicihkirin. Li gor agahiyan ji ber kiryarên çeteyan û pêvçûnên navxweyî ya di navbêra sivîl û çeteyan de diqewimin û sivîl dibin qurbanî, malbatên Xutayî dixwazin ji Efrînê derbikevin lê rastî êrîşên çeteyan tên. 

Li gor agahiyên çavkaniyekî ji heremê ragihand, dema ku du malbatên Xûtayî tiştên xwe kom dikirin û dixwestin ji Efrînê derkevin û vegerin Xutayê, rastî êrîşa çeteyên Firqet El-Hemzet hatin. Hat destnîşankirin ku sedema êrîşê û astengkirina çûyina malbatan ew e ku herêma hatiye dagirkirin naxwazin vala bibe. Hat diyarkirin ku yek ji van malbatan ku zarokên wan endamên çeteyên din bûn, bi çek bersiva çeteyên El Hemzet dan û pêvçûn qewimî. Hat zanîn ku di pêvçûnê de ji her du aliyan jî kuştî û birîndar hene, lê di hêla hejmarê de agahiyek zelal nehat bidestxistin. 

 

‘EV NE CARA YEKEMİN E’

Li gor agahiyên çavkaniyê, ne cara yekemîne ku komên çete derketina malbatan asteng dikin û pêvçûn dijîn e. Çavkanî, ragihand ku ev daxwaza derketina malbatên Xutayî û malbatên çeteyên ji Xutayê hatine; sedema wê hem nakokî û pêvçûnê di nava çeteyan de û sivîl qurbanî dibin, hem çalakiyên YPG-YPJ ya li ser çeteyan zêde dibin û hem jî operasyona hêzên rejîma Suriyê ya Idlibê ku ew jî bi xwe re fikara, Efrîn bikeve destê rejîmê ye.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html


Parveke

TAGS(ETIKETLER): efrin  dagirkeri  tirk  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.