Li Efrînê Di Perwerdehiya polîsan a çeteyan de 50 endamên ENKS’ê jî hene
Haberler / 18 Ağustos 2018 Cumartesi Saat 11:27
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
EFRÎN – Dewleta tirk a dagirker li navenda navçeya Raco ya Efrînê yekemîn akademiya polîsan ên çete dawî bû. Li gor agahiyan 50 endamên ENKS`ê jî cihê xwe di nava vê akadimiyê de girtine.

Dewleta tirk a dagirker li navenda navçeya Raco ya Efrînê yekemîn akademiya polîsan ên çete dawî bû. Li gor agahiyan 50 endamên ENKS`ê jî cihê xwe di nava vê akadimiyê de girtine.

 

Piştî ku dewleta tirk ji ber zext û zordariya li ser gelê Efrînê dibin zexta NY de biryara vekşîna çeteyên girêdayên wê ku navê OSO li xwe kirine da. Biryar hate girtin ku Efrînê radestî polîsên sivîl bê kirin. Bi vê yekê ve desthiladariya AKP/Erdogan beşek ji çeteyan  dibin navê polîsên sivîl de veşartin û ew tevlî polîsên sivîl kirin. Li gor agahiyan li navçeya Raco Akademiya Perwerdehiya Polîsan hatibû vekirin û yekemîn dewreya perwerdehiyê bi dawî bû. Hat îdeakirin ku di berpirsiyartiya rêveberê ENKS’ê Fadil Horo de 50 endamên ENKS’ê jî di vê perwerdehiyê de cihê xwe girtine. 

 

Dibistan Kirin Navenda Polîsan

 

Hat destnîşankirin ku dewleta tirk li navenda navçeya Raco yekemîn dewreya perwerdehiya akademiyê a polîsan qedand û bi dawîbûna dewreyê re ji bo çavtirsandina gel û propagandayê xwe bikin xwepêşandan lidarxistin. Hat diyarkirin ku wê van polîsan di Dibistana Ş. Amed a navçeya Raco de bên bicihkirin û wek e navend bê bikaranîn. 

 

50 Endamên ENKS`ê jî di perwerdê de cih girtin 

 

ENKS`ê ne tenê  di  “Meclîsa Sivîl a Efrînê” ku ji aliyê MÎT, AKP-MHP û ENKS ve li Dîlokê hatibû avakirin de, her wiha di nava polîsên çeteyên girêdayên dewleta tirk de jî cih digire.  Li gorî agahiyan di nava akademiyên perwerdekirina polîsan a bi taybet ji aliyê MÎT’ê ve hat dayîn de, di bin pêşengtiya rêveberê ENKS’ê ku ji gundê Bilîlka ya Raco ye Fadil Horo de 50 endamên xwe tevlî kirine.  Welatiyên ku bi darê zorê li xwepêşandan dane temaşekirin gotin ku Fadil Horo û gelek endamên ENKS’ê yên tên naskirin jî di nava wan polîsan de bûn. 


Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): ENKS  OSO  NY  AKP  MHP  MIT  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.