Hewlên YNK’ê Yên Ji Bo Başkirina Têkilîyan Bi Tirkiyê Re Vala Derketin
Haberler / 07 Ağustos 2018 Salı Saat 06:23
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
SİLÊMANÎ - Waliyê Silêmaniyê ji bo vekirina geştên balafirxaneya Tirkiyê di 5 tebaxê de serdana Bexda kiribû. Lê hat zanîn ku tu encam ji vê hevditinê derneketine. Hat destnîşan kirin ku ji bo vekirina balafirxaneyê şertên Tirkiyê giranin û hukumeta Bexda jî nikare tiştekî bike.

Walîyê Silêmanîyê Heval Ebubekir ji bo vekirina geştên balafirxaneya Tirkiyê di 5 Tebaxa 2018’an de serdana Bexda kiribû û bi rêveberê giştî yê balafirxaneyên Iraqê Elî Celîl re civiyabu. Li gorî agahiyan di civînê de waliyê Silêmaniyê daxwaz ji rêveberê giştî yê balafirxaneya Iraqê kiriye ku bikevin navbera wan û Tirkiyê de û ji bo vekirina balafirxaneya Silêmaniyê hewildanên ciddî bikin.

 

‘BEXDA JÎ NİKARE TİŞTEKÊ BİKE’

Lê endamekî ji rêveberîya YNK’ê ku nexwest navê xwe diyar bike ragihand ku hewlên wan ji bo asayîkirina peywendiyên navbera Tirkiyê û YNK’ê de bê encam bûne û Bexda jî nikare ji bo rakirina dorpêça ser firokxaneya Silêmaniyê zextê li Tirkiyê bike.

 

‘TİRKİYE Lİ HİNCETAN DİGERE’

Heman çavkanî diyar kir ku, Tirkiye tenê hincetan digire û bê sedem YNK’ê suçdar dike û da zanîn ku Tirkiye daxwaza derxistina PKK’ê ji herêma Kurdistanê dike. Çavkanî, anî ziman ku Tirkiye ligel bi alîkariya hêzên heremî (YNK, PDK) bi salane li hemberî PKK’ê şer dike ew bi xwe ji nikarin PKK’ê ji herêma Kurdistanê derxin.

Rêveberê Giştî yê Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê Tahîr Ebdullah jî da zanîn ku wan ji bo rakirina dorpêça Tirkiyê gelek hewildan kirin lê mixabin hikumeta İraqê tu bertekên erênî nedane heya niha û got: “Gelek xemsarî nêzî mijarê bune. Me di derbarê mijarê de nameyek taybet ji Heyder Ebadî re şand lê heya niha tu bersiv ji mere ne hatine dayîn.’’

Hêzên Taybet ên HPG’ê di 4’ê Tebaxa 2017’an de li navçeya Dukan a girêdayî Silêmanîyê du endamên MİT’ê yên payebilind ên bi navê Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel jî di nav de gelek endaman bi operasyonekê desteser kiribûn. Ji ber vê sedemê ji Tirkiyê ji Nunerê YNK’ê Behruz Gelalî xwest ku di nava sê rojande ji Tirkiyê derkeve. Ji vir û şunde têkilîyên wan xirab bibûn.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): YNK  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.