PDK Derbasbûna Zanîngehê Weke Tehdîdek Li Hember Ciwanan Bikar Tîne
Haberler / 31 Temmuz 2018 Salı Saat 12:45
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
HEWLÊR - Asayişa PDK’ê li navçeyên Berdereş, Daretu û gundê Bawan xwendekar û hemû ciwanên alîgirên YNK, Komel û Yekgirtû Îslamî, bi riya mixtaran tespîd dike û derbasbûna wan a zanîngehê asteng dike. Hat diyarkirin armanca vê astengiyê ewe ku ciwan an bibin endam an jî alîgirên PDK’ê.

Asayişa PDK’ê li navçeyên Berdereş, Daretu û gundê Bawan xwendekar û hemû ciwanên alîgirên YNK, Komel û Yekgirtû Îslamî, bi riya mixtaran tespîd dike û derbasbûna wan a zanîngehê asteng dike. Hat diyarkirin armanca vê astengiyê ewe ku ciwan an bibin endam an jî alîgirên PDK’ê. 

Asayişa PDK’ê bi riya muxtaran li navçeyên bajarê Hewlêr, Berdereş, Daretu û gundê Bawan dest bi çavdêrî û komkirina agahîyan li ser ciwanên nêzî YNK, Komel û Yekgirtu İslamî kiriye. Muxtar piranî agahîyan di derbarê ciwanên dibistana Amadeyî (Lîse) xilas kirine û tevlî ezmunên zanîngeh û peymangehê bune kom dikin. Ji bo ku navên wan li zanîngeh û peymangehan derkeve rêgirîyê dikin û ciwanan neçar dikin ku an bibin endam an jî alîgirên PDK’ê. 

Ji rêveberên Komeleya Xwendekarên YNK’ê ku nexwest navê wî were diyarkirin ji rojnameya bi navê “Jiyan” ku li Başurê Kurdistanê weşanê dike re, axiviye û ev tişt gotin: “PDK her sal vê rêbazê ji bo tirsê bixe nava xwendekaran belav dike û pêk tîne. Lê belê ji ber hebuna sistemekî diyar a wergirtina xwendekaran li zanîngehên Herêma Kurdistanê heye, PDK’e nikare vê daxwaza xwe tam bi cih bîne.’’

Çavkanîyekî cuda ji Komeleya Xwendekaran ku nexwest navê xwe aşkere bike, got PDK ew beşên hilbijartî û pile bilind ên li zanîngeh û peymangehan wek e beşên hiqûq, siyaset, aborî, tenduristî hwd, dest datîne ser û xwendekarên alîgirên xwe têde bi cih dike.’’

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html


Parveke

TAGS(ETIKETLER): PDK    

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.