Gelên li İdlîbê Neçar Dimînin Ji Ber Kiryarên Çeteyan Direvin
Haberler / 26 Haziran 2018 Salı Saat 09:20
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmê, gelên ku li herêma Bab û İdlîb’ê de jiyan dikin ji ber zext û zora komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û têkçûna rewşa ewlehî, aramiyê û jiyanî neçar dimînin koçber bibin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmê,  gelên ku  li herêma Bab û İdlîb’ê de jiyan dikin ji ber zext û zora komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û têkçûna rewşa ewlehî, aramiyê û jiyanî neçar dimînin koçber bibin. Bi hezaran niştecihên li van herêman dev ji warê xwe berdidin û berê xwe didin dervey Sûriyê da ku derfetên jiyanek aram peyda bikin. Ji ber topbaran, girtin, kuştin û qirkirinê û gelek kiryaran direvin.

KESÊN KU DİXWAZİN DERKEVİN Bİ RÊYA QAÇAXÎ DERBASÎ TİRKİYÊ TÊN KİRİN

Hate eşkere kirin ku êdî wekî berê welatî nikarin jiyan bikin, rastî talan û kuştinan tên û ji ber vê yeke neçar dimînin warên xwe berdin. Qaçaxên mirovan ji rewşa heyî sûd werdigrin û li seranserî sînorê Sûriyê mirovan derbasî Tirkiyê dikin. Lê piranî niştecîh hewil didin xwe bigihênin Minbicê. çete rê li pêşiya wan digrin û nahêlin derbasÎ Minbicê bibin. Heta niha bi sedan kes bi rêyên cûda xwe gihandin bajarê Minbicê, lê bi dehan kes jî dema xwestin derbas bibin ji aliyê çeteyan ve hatine qetilkirin. Qaçaxiyên mirovan ku dixwazin derfet bikar bînin jî grûpan ava dikin û derbasî Tirkiyê dikin. Revandin û qaçaxî li bajarê Idlib ji aliye çeteyên Tahrîr El Şam ve tên kirin û kesên ku dixwazin derbas bibin 500 dolar ji van tên stendin. Li gor agahiyên derbarê vê tevgerê de vê yekê rave dikin ku Heyet Tehrîr ElŞam li herêma Idlibê qaçaxî bi cendirmeyên Tirkan ve di nava tensîqê de dikin. Hat eşkere kirin ku riya ElDerba û riya Sehleb jibo revandina mirovan bikar tînin. Lê kesên ku derbasî Tirkiyê tên kirin li ser sînor ji aliyê cendirmeyên Tirk ve tên girtin û tên işkence kirin.

Lİ SER SÎNOR RASTÎ İŞKENCE Û KUŞTİNAN TÊN

Hate diyar kirin ku ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê li ser sînor ve şêwazên işkenceyê wekî lêdana bi Kilêşê û derbeyên serî bi alavên tûj tê kirin. Li gor şahidên buyera dan zanîn ku heta niha 48 kesên ku perê wan nîne û xwestine derbas bibin di nava wan de jin û zarok jî hene, rastî îşkence û kuştinan hatine. Malbatek ku ji dayik bav û sê zarokan pêk tê ji ber derfetên aborî xwestine derbasî Tirkiyê bibin, ji aliye cendirmeyan ve hatine sekinandin û pere ji wan hatiye xwestin. Lê dema bavê bi navê Ebû Xalid îtîraz kiriye û gotiye perê min nîne li ber çavê zarokan hatiye qetilkirin.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Cete  Tirk  Idlib  gel    

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.