Çeteyan Agir Berdan Tekane Girava Efrînê
Haberler / 21 Haziran 2018 Perşembe Saat 14:46
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Kiryarên çeteyên dewleta tirk a dagirker ên dizî, talanî, şewitandin û malwêranî xilas nabin. Evcar jî çeteyan agir berdan daristana li Girava Meydankê ya Efrînê.

EFRÎN- Kiryarên çeteyên dewleta tirk a dagirker ên dizî, talanî, şewitandin û malwêranî xilas nabin. Evcar jî çeteyan agir berdan daristana li Girava Meydankê ya Efrînê.

 

Leşker û çeteyên dewleta tirk ên dagirker ku li Efrînê dizî, talanî, kuştin, revandin, îşkence û şewitandina zeviyan berdewam dikin, li gor agahiyan evcar jî agir berdane daristana Girava gundê Meydankê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê. Di wêneyê ku ji aliyê çavkanî ve ji me re hatiye şandin de, çeteyên girêdayê dewleta tirk bi armanca xirakirina xwezaya Efrînê di dîroka 20 Hezîranê de agir bi tekane girava Efrînê ya ku dikeve gundê Meydankê ya girêdayî navçeya Şera xistin.

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

 

Çavkanî diyar kir ku welatiyên niha li wir bi cih bûne xwestin mudaxeleyê agir bikin lê ji ber çete di heman demî de guleyan jî direşînin nahêlin kes xwe nêz bike.

Parveke

TAGS(ETIKETLER): Efrin  Tirk  Cete  Sewtandin  Girav  Meydanke  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.