Dema em wek mirov derketin ser dîka dîrokê, me bi xwe li ser vê dîkê rolê xwe diyar kir.
Dema em wek mirov derketin ser dîka
dîrokê, me bi xwe li ser vê dîkê rolê xwe diyar kir. Ji ber ku lîstika dê me lîstiba,
wê bi temama dîroka me vegotiba. Lîstoka
ku me dilîst jî ji hemû derew, nakokî,
fêlbazî, desthilatdarî û bindestiyê dûr bû. Ya rast van têgehan di nav lîstoka
me de cihê xwe nedigirtin. Ji ber ku
mirovahiyê li dîjî van jiyan dikir. Dûrî
van jiyan dikir. Tiþta ku ji xwe re pîroz didîtin xweza bû. Di vir de ya herî zêde di nav
xwezayê de civak bi hevhsengiyek þahene dimeþand jin- dayîk bû. Lewma di vir de
jin ji xwezayê nayê qutkirin û fikirandin.
Di civakê de ya ku hemû aliyên
civakê komî ser hev dikir dayîka xwedavend bû.
Civak di nav xwezayê de yek bû. civak ji xwezayê dûr nebû. Yanî xwe pê
tiþtên ku jin- dayîk di xwezayê de kiþf dikirin xwedî dikir. Vê jî dihêla civak bi xwezayê re hebe.
Di vê jiyana bi xwezayê re di nava
hevsengiyê de bû, kesê ji me re rol diyar nedikir. Me bi xwe rolê xwe diyar
dikir. Me dizanî em ê çi bikin û çawa
rolên xwe bilîzin. Lîstoka me lîstokek xwerû
û zelal bû. ji ber vê jî dihat fêmkirin. Di wê demê de ev lîstoka ku me dilîst çawa ji
cewherê xwe hat dûrxistin? Çawa bû
lîstokek aloz û ket rewþek wisa qet neyê fêmkirin? Kê ev lîstoka me xirap kir? Fêlbaziya ku ji aliyê serdestan ve derketî bû
sebeb ku lîstoka me xerap bibe. Kete
rewþek wisa êdî ne em hinek din rolên me diyar bikin. Lîstikvanên pêþeng ji ser dîkê hatin avêtin. Li þûna wan
lîstikvanên ku dê her tiþtî parçe pareçe bikin derketin ser dîka dîrokê. Van lîstikvanên nû derketîn ser dikeya dîrokê
xwestin bibin serwerên dîrok, cîhan, jiyan û xwezayê bi giþtî. Ger her tiþt
parçe parçe bibe di wê demê de dê çawa agenga xweza û civakê weke xwe bikare
biherike? Bêbuman ev dibe dûrketinek ji
cewhera hebûnê.
Bi derketina lîstikvanên nû re her
tiþt hat berovajikirin. Mirov ji xwezayê ewqas hat dûrxistin ku êdî nema dikare
li cewherê xwe vegere. Xweza û mirov bûn du cîhanên ji hev dûr û biyanî. Ji ber ku xweza dergûþa mirovahiyê ye. Mirovan xwe li ser vê xwezayê nas kir û
bûn mirov. Di encama hewla serweriya lîstikvanên nû de her çû xweza û
civak ji hev hatin dûrxistin, mirov ji rastiya cewherê xwe hat biyanîkirin. Mîna xweza hov e, divê bê kedîkirin, mirov
divê bibe serdestê xwezayê têgihiþtinek çewt û dijberê cewhera xwezaya mirov
hat afirandin. Sînor hatin diyarkirin di navbera civak û xwezayê de. Di
destpêkê de têgihiþtina xweza hove divê vê kedîkirin paþê vegeriya têgiha civak
hove divê bê kedîkirin. Di encama vê têgihiþtina mirovan wekî keriyên lawiran
dibîne de pêdivî bi cihên kedîkirinê ji hatin dîtin. Ev cih bajar bûn, an ku
hevþiyên mirovên civaka nû. Mirov ji cih
û warên wan dûr kirin. Bê mal hiþtin û neçarî bêkarî û bêkiriyê hiþtin. Bi vî
awayî civak anîn rewþa koletiyê, neçarî jiyanekî bindest hat hiþtin. Di roja me ya îro de nivê mirovan bêkar in. Ji
ber ku her tiþtên wan ji destê wan hatiye girtin. Neçarî li ber deriyên
dewletan li kar bigerin hatine hiþtin.
Dema ez
îro lî ser van tiþtan dihizirîm, li bilindiya çiyayekê bûm. Rojê xwe ji
lutkeyan berdabû ser singa mêrgên þîn û têr giya. Li gel baya hênik û herikîna
avên zozanan bi hezaran curegiya di wan mêrgan de guliyên xwe dihejandin. Li
aliyekê kereng, rêvas, loþ, pûng, tûzîk û bi dehan curegiyayên din. Li gel
giya, baya hênik, avên zelal, bêhna gul û kulîlkên renk bi reng dilê mirov
dixist kulmek aramî û bedewiya jiyanê digotîn bi zimanê xwe. Li aliyê din hizra
min çûbû ser mirovên vê xakê yên neçarî jiyana bajaran hatîn hiþtin bû.
Ev tenê
cîhek bû ji xaka welatê me. Her cih û deverên warê me þûn û þûnwarên jiyan û
civakî yên kevnar û dewlemend in. Ev zozan û mêrg bi sedsalan bûne warên koçer
û zozaniyên Kurdistanî. Mirovan di nava xwezayê de bi dostanî, hevsengî û
rêzdarî jiyan kirine. Li ser vê xakê bi xwezayê re di nava hev de jiyane û hev
xwedî kirine. Ji ber dewlemendî û xweþikbûna vê xakê mirovên vî welatî bi hezar
salan karîne debara jiyana xwe li ser vê axê bikin, li hemberî hemû zilm û
serdestiyê heyîna xwe bidomînîn. Lê îro
ev ax, war, zozan hatine bêmirovkirin. Mirovên bi sedsalan bi dewlemendiyên vê
axê jiyayîn û neçarî ti kesê nebûyîn îro li bajaran hatine kom kirin. Ji bo
debara jiyana xwe bikin li deriyên hêzên serdest dixin ku nanê xwe yê rojê
peyda bikin. Ev cih û warên jiyana rast û xwezayî jî mîna warên tirsê, mirinê
hatine terkirin. Ev zozanên dewlemend, axên bi bereket hatine çolkirin,
xwecîhên wan berê xwe dane bajaran.
Ji ber ev ax û warên kevnar, zozanên
têr gul û giya yên welatê me bûne warên ku dagirker û neyarên vê axê li ser
bombeyan dibarînîn. Xwediyên vê axê yên xwecîh û rast terkî jiyanekî nîvtêr
hatine kirin. Ditirsin bên ser erd û axên xwe. Nikarin sûd ji dewlenedî û
spehîbûna vê xakê bigirin. Gelo ev tirs çî ye, çima ditirsin?
Ditirsin. Ji ber di nûneriyê de þaþî hene.
Gelê vê xak û erdnîgariyê tê kuþtin, bombe li ser gund û zozanên wan tên
barandin. Dema gelê vê axê dibêje, ‘ev bêmafiye, divê pêþî li vê bêmafî û
tevkujiyê bêgirtin, hînek nûner derdîkevin û dibêjin, “Tirkiye mafdar e bê li wir bombe û
qazanan li ser xweza, gund û zozanên we bibarîne. Ji ber hêzekî Kurd a çekdar
li wir e.” Dema gel dibêje, ‘ew jî Kurd in, ne li ser xaka kesekî din dijîn vê
carê jî nûner dibêjin ew ji parçeyekî din hatine, an wan derbixin, an tiþta
bibe para we kuþtin e.
Lê em li Efrînê binêrin. Ma ew li ser
axa kê bûn? Gelê Kurd li wir welatê kê dagir kiribû? Çîrokên Kerkûk, Germiyan,
Xaneqîn, an jî kolberên li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê dê bi kîjan egeran
ve bên girêdan? Dê kuþtinên li van cihan bi çi bên pînekirin? Bi ya min þaþiyek
heye. An yekbûna Kurdistanê têgihek ne rast e, an jî ger em bi yekbûna Kurdistanê
bawerin divê kuþtina Kurdan bi ti awayî û ji aliyê ti pêþeng û nûnerên Kurd ve
rewa neyê nîþandan. Kurdek li kîjan parçeyî, an jî li kîjan devera Kurdistanê
bê kuþtin divê em li dijî kujeran derkevin. Ne bêjin kujer ji ber filan egerê
mafdarin û kuþtîna gelê xwe rewa nedin nîþan.
Kajîn Botan
Kürdistan Stratejik Araþtýrmalar Merkezi
www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html