Bîrnameya (muzekere) lihevhatinê ya ku ji aliyê Rûsya, Îran û Turkiyê ve hate mohrkirin, di nava projeyên agirbestê de, pêþniyara herî nû bû. Gelo ji bo Sûriyê, Emerîka û tevahî aliyên þer ên derve, ev tê çi wateyê
Ji bo Þerê li Sûriyê Ev Tê Çi Wateyê?
Naveroka bîrnameyê çi ye?
Li gorî naverokê, divê liv û tevgerên dijminahî di navbera
hikûmeta serokê Sûriyê Beþar Esad û komên rikberiyê de rawestin, bi taybetî di
nava çarherêman de. Di vê rewþê de Rûsya, Îran û Turkiye wê pêvejoya ewlebûnê
misoger bikin û di navbera herdu aliyan de bibin misogerker (garantor).
Ji despêka aloziyê ve, Îran û Rûsya piþtgiriya Esad dikin.
Turkiyê jî alîkarî da komên rikberiyê, herwiha leþkerên xwe jî þandin bakurê
Sûriyê ji bona ku tevî hêzên Emerîkî û çekdarên Kurd ên piþtgiriya xwe ji
Emerîka digirin, li dijî DAIÞ þer bike.
Ev bîrname çar herêman dixe bin sîwana xwe: parêzgeha Idlibê
li bakur, ku nêzî milyonek koçber di wir de dijî û ketine nava refên komên
çekdar jî. Gotaya Rojhilat, ev jî taxeke Þamê ye di bin bandora rikberiyê de ye
û ji wir de dikarin gefan li navenda paytext Þamê bixwin. Hin taxên parêzgeha
Homsê ku di nava refên hêzên rikberiyê de hin çekdarên DAIÞ jî tê dîtin. Herêma çarê jî, li ser sînorê baþûr
e, bi Urdunê re ye, komên li wir jî piþtigiriya xwe ji Emerîka digirin ji bona
ku li dijî hêzên pergala Esad û DAIÞ þer bikin.
Bîrname, bikaranîna çekan û hêzên ezmanî li van herêman
qedexe dike. Herwiha, li ser gihandina alîkariyên mirovî û ji nûve avakirina
binesaziyên mîna torên elektrîkê û afirandina rewþa vegera penaberan teqez
dike.
Ev bîrname rê ji aliyên misogerker re (garantor) vedike ji
bona ku þerê DAIÞ û El-Qaîdê bikin, ji ber ku hin komên rikberiyê hene alîgirê
van herdu hêzan e. Sedema binketina agirbestên borî jî ev bû, girêdana hin
hêzên rikberiyê bi DAIÞ an El-Qaîdê re û ji ber vê yekê jî herêmên ku ev hêz tê
de diman, rastî bombebaranên balafirên Rûsya û Sûriyê ve dihatin.
Gelo ev herêm ji tevgerên ezmanî re qedexe ye?
Wer xuya dike wisa ye, lê hema gelek binpêkirin derdikevin
holê. Ev binpêkirin jî li serê komên ku bîrname nepejirandine û mohr nekirine
tê pêkanîn, ji xwe êrîþên li dijî DAIÞ û El-Qaîdeyê nakeve bin sîwana vê
lihevhatinê.
Rûsya û Sûriyê gotin ku ew ê hêzên xwe yên ezmanî li herêmên
ketine bin sîwana bîrnameya lihevhatinê bi kar neynin, lê eger ev herêm bibin
baregehên tevgerên leþkerî, wê demê qedexebûn ji holê radibe.
Gelo hikûmeta Sûriyê û rikberên wê ev lihevhatin
pejirandine?
Hikûmeta Esad ragihand ku wan serpereþtiya (însiyatîf) Rûsya
pejirandiye û piþtgiriyê didinê û ji bo pêkanîna naveroka lihevhatinê jî ew
amade ne. Berdevkê rikberiyê jî gumanên xwe di derbarê lihevhatinê de anî
ziman, bi taybetî jî di derbarê rêzgirtina Sûriyê û Îranê ji bendên bîrnameyê
re.
Ya herî girîng jî, helwestek yekdeng ji aliyê komên
rikberiyê ve derneket, di nava wan de jî aliyên ku nehatibûn vexwendina
danûstandinan. Piraniya wan dibêjin ku ew hemû hewildanên agirbestê û rijandina
xwînê dipejirînin û piþtgiriyê didinê, lê hema di derbarê niyazên Rûsya de
gumanên xwe nîþan didin. Hinekên din jî dibêjin ku ew tu carî Îran weke
misogerker napejirînin.
Nêrînên Îran û Turkiyê di vê derbarê de çi ne?
Ji berê de Îranê piþtgirî dida hewldanên Rûsya yên di
derbarê projeyên agirbesta þer li Sûriyê û bi riya hevkarên xwe li Sûriyê zor û
tundî dimeþand, ji bona ku dijminên Esad têk bibe.
Turkiyê jî, ku bêhtirî 3 milyon penaberên Sûrî pêþwazî
kiriye, ji despêka þer ve banga avakirina herêmên bi ewle dikir, bi taybetî li seranserî
sînorên wê yên baþûr. Wer xuya dibe ku ev bîrname wê rê ji hikûmeta serokê
Turkiyê Receb Tayîb Erdogan re veke ji bona ku êrîþên xwe li dijî Kurdên bakurê
Sûriyê bidomîne, ji ber ku bi nêrîna Turkiyê, ev hêz girêdayî Partiya Karkerên
Kurdistanê PKK ne, ku ev jî li ba Turkiyê rêxistineke terorîst e.
Çima Rûsya piþtgiriya vê bîrnameyê dike?
Li seranserî aloziya Sûriyê, hertim Rûsya li dijî herêmên bi
ewle derdiket. Lê bi pêþketina hikûmeta Sûriyê re di sala borî de û daxwaza
zelal a rêveberiya Trump a di derbarê pêkanîna hevkariyan ji bo têkbirina DAIÞ
de, Krêmlîn niyazên xwe di warê çareseriya siyasî de xuya kir, û bê guman li
gorî mercên wê.
Li gorî Maksîm A. Soxof, þarezayê Konseya Karûbarên Derve ya
Rûsya, ev herêm wê rê ji hikûmeta Sûriyê re veke da ku bandora xwe li ser
herêmên rizgarkirî xurt bike û ji ber Mosko çavdêriya vê lihevhatinê dike, wê
li hember tevgerên xwe yên leþkerî li ser erdê nebe asteng.
Ev bîrname wê li gorî daxwazên Rûsya be û wê Rûsya weke
çêkerê aþîtiyê derxîne holê. Li gorî Soxof, ev bîrname wê têkeve bin xizmeta
armancên Rûsya.
Li hember van pêþketina hemûyan Emerîka çi dihizire?
Heya niha ne zelal e. Di meha Çileyê de, Trump ragihand ku
ji bona rawestandina herikîna pêlên penabertiyê ber bi Ewropa ve, ewê herêmên
bi ewle li Sûriyê ava bike, tevî ku nayê wê wateyê ku evya perçeyek ji pilana
Rûsya û Îranê be jî.
Lê hema dema axaftina Trump û Putîn bi hev re, herduyan qala
mijara herêmên bi ewle kirin. Putîn got ku ew di piþtgiriya pilana xwe de, ji
Koþka Spî bawer e, ji bilî wê jî Koþka Spî tu nerazîbûn li hember pilan û
pêþniyarên Rûsya nîþan nedane.
Di vir de hin nakokiyên bê çare derdikevin holê; yek jê,
gelo tevgerên ezmanî yên hêzên koalisyonê dikeve bin sîwana vê bîrnameyê an na?
Peyama Pêntagonê ragihand ku di vê derbarê de Rûsya tu nîþan nedane.
Çavkanî: Rojnameya The Washington Post
Dîrok: 05/05/2017
Daner: Andrû Ros û Kerîm Fehîm
Wergerandin: NGW – Ciwan QEREMAN
Lînk: https://www.washingtonpost.com/world/middle_east/a-russian-backed-plan-willcreate-safe-zones-in-syria-what-does-that-mean-for-the-war-/2017/05/05/8dd71f98-3191-11e7-a335-fa0ae1940305_story.html?utm_term=.96d725dbe075
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html